AMÎDA KURDÎ - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di "Kongreya Mezin a Ciwanên Tirk" de axivî.

Bahçelî ragihand, barê ku wan ji bo pêvajoyê hildaye ser milê xwe ne ji bo destkeftên siyasî ye û got: "Ev bar, ne armanceke siyasî ye. Armanc rawestandina rondikên çavên dayikan e. Parastina paşeroja zarokên me û xurtkirina biratiya li ser vê xakê ye.’’

Serokê MHPyê di berdewamiya axaftina xwe de ji ciwanan xwest ku di navbera xwe de biratiyeke xurt ava bikin û pê de çû: "Daxwaza min ji we ew e ku girêdanên we yên biratiyê saxlem bin û helwesta we ya li ser pêyan bêtawîz be.
Şîrove