Armen Demirciyan koça dawî kir

Dîroka Weşanê: Google News
Armen Demirciyan koça dawî kir

Armen Demirciyan li Diyarbekirê jiyana xwe ji dest da.

Amîda Kurdî - Koça dawî ya Armen Demirciyan ku ermeniyekî ji Diyarbekirê bû ji aliyê Murad Mihçi, endamê Komîteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya DEMê ve hat ragihandin. Mihçi di peyameke xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha nivîsand: “Bi xemgîniyeke mezin min agahiya koça dawî ya Armen Demirciyan wergirt. Sersaxiyê ji civaka me re, bi taybetî ji xelkê Dikranagertê [Diyarbekirê] re dixwazim. Jiyana Armen, kurteya êş û azarên ku ermeniyan kişandine bû. Armen, te her tim piştgiriya min kir. Em ê soza xwe ya ji te re bi cih bînin, em ê aştiyê bînin van axan.”

Armen Demirciyan kî bû?

Navê fermî yê Armen Demirciyan, Abdurrahim Zorarslan bû. Di bûyerên sala 1915an de, bavê wî Agop Demirciyan ji aliyê malbateke kurd ve hatibû rizgarkirin.

Demirciyan di 25 saliya xwe de bi eslê xwe yê ermenî dizanibû û piştre bi xizmên xwe yên ermenî yên li Ewropa û Amerîkayê dijîn re têkilî danî. Wî zimanê ermenî fêr bû û demekê li Dêra Ermenî ya Surp Giragos a li Diyarbekirê xizmet kir.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove