Anketa namzetiya serokkomariyê: Demîrtaş di rêza çarem de ye

Dîroka Weşanê: Google News
Anketa namzetiya serokkomariyê: Demîrtaş di rêza çarem de ye

Di anketeke ku ji aliyê ASAL Researchê ve derbarê namzetiya serokkomariyê de hatiye kirin de, Selahattîn Demîrtaş, ku 9 sal in li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bi rêjeya ji sedî 5.5 di lîsteyê de cihê xwe girt.

AMÎDA KURDÎ - Di van rojane de ku rojeva siyasî li Tirkiyeyê dijwar e, ASAL Researchê encamên anketek li ser tercîhên dengdanê yên namzetiya serokkomariyê belav kir. Anket bere xwe da şerê li Rojhilata Navîn ku aloziyên li herêmê zêde kiriye û bangên berdewam ên CHPê ji bo hilbijartinên pêşwext. 

Lêkolîn di meha Sibatê de hatiye kirin

Di lêkolîna ku di navbera 13 û 21ê Sibatê de bi 2,015 kesan re hatiye kirin de, ji beşdaran hatiye pirsîn "Hûn di hilbijartinên pêşiya me de dixwazin kî wekî namzetê serokomariyê bibînin?"

Erdogan di rêza yekem de ye

Li gorî encamên lêkolînê, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya ji sedî 36.4 di rêza yekem de ye. Piştî Erdogan Mansur Yavaş bi rêjeya ji sedî 21.0 û Ekrem Îmamoglu jî bi rêjeya ji sedî 17.8ê tê.

Rêje wiha ne:

Recep Tayyip Erdogan: Ji sedî 36,4

Mansur Yavaş: Ji sedî 21,0

Ekrem İmamoglu: Ji sedî 17,8

Selahattin Demirtaş: Ji sedî 5,5

Ozgur Ozel: Ji sedî 5,0

Musavat Dervişoglu: Ji sedî 3,0

Umit Ozdag: Ji sedî 2,1

Fatih Erbakan: Ji sedî 1,8

Yavuz Agiralioglu: Ji sedî 1,6

Yên din: Ji sedî 2,0

Fikreke min tune /bersiv tune: Ji sedî 3,8

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove