Amîda Kurdî - Piştî vebûna bazarên Asyayê, îro di demjimêrên destpêkê de bihayên petrolê bilind bûn.

Belavbûna nûçeyên derbarê êrişa Amerîkayê ya li Girava Qeşmê bandordar bihabûna petrolê kir.
Ev rûdan bû sedem ku tirs û fikarên berfirehbûna şer zêde bibin.
Şerê ku ev 9 meh in didome, metirsiyê li ser hinartina petrola Rojhilata Navîn çêdike û dibe sedem ku veguhastina petrolê asê bimîne.

Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 48 sentan, wate ji sedî 0,5 zêde bû û bermîla wê derket 105,25 dolaran.
Bihayê bermîla petrola xav a Teksasa Rojava ya Amerîkayê (WTI) jî 47 sentan, wate ji sedî 0,5 zêde bû û bermîla wê jî bû 96,93 dolar.
Şîrove