AMÎDA KURDÎ - Îran û Amerîka îro li ser rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê dest bi dan û standinan dikin. Doh bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 72 sent daket û bermîlek bi 95 dolar û 20 sentî hat firotin. Bihayê petrola Brent di nava hefteyekê de bi rêjeya ji sedî 12,7 daket.
Daketina bihayê petrolê hevdem e li gel birêveçûna dan û standinên navbera Amerîka û Îranê yên ku bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê tên kirin.
Commerzbanka Almanyayê derbarê bihayê petrolê de got, “Domandina daketina bihayê petrolê bi vê yekê ve girêdayî ye ku gelo dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê dê encameke erênî bidin û çûn û hatina deryayî li Tengava Hurmizê dest pê bike yan na.”
Şîrove