AMÎDA KURDÎ - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku veguhestina endamên DAIŞê yên li Sûriyeyê ji bo tesîsên ewle yên li Iraqê dest pê kiriye. Postek li ser hesabê Xê ya CENTCOMê diyar kir ku di qonaxa yekem a operasyona veguhestinê de, 150 endamên DAIŞê yên ku li Hesekê girtî bûn bi serkeftî ji bo Iraqê hatine veguhestin. Daxuyaniyê destnîşan kir ku armanc ew e ku bi tevahî 7 bin endamên DAIŞê ji Sûriyeyê veguhezînin tesîsên di bin kontrola Iraqê de.
Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper tekez kir ku ev operasyon ji bo ewlehiya herêmî û têkçûna mayînde ya DAIŞê girîng e:
"Em bi hevkarên xwe yên herêmî re, di nav de hikûmeta Iraqê jî, di kordînasyoneke xurt de ne û em bi dilgermî rola ku ew di têkbirina daîmî ya DAIŞê de dilîzin teqdîr dikin."
Kordînasyon di navbera hikûmeta Iraqê û HSDê de ye
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê ragihand ku di peywendiyeke telefonê ya duh (20ê Kanûna Paşîn) de di navbera Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de, pêwîstiya pêşîgirtina li revîna girtiyên DAIŞê ji zindanên Sûriyeyê hatiye tekez kirin.
Şîrove