Amedsporê Helebçe ji bîr nekir

Dîroka Weşanê: Google News
Amedsporê Helebçe ji bîr nekir

Amedsporê komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir ku di sala 1988an de bi hezaran Kurd bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin.

AMÎDA KURDÎ - Di daxuyaniyek nivîskî ya Amedsporê de hat gotin, "Em gelê xwe yê ku di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û rehmet bîr tînin.

Em jiyana ku li Helebçeyê, ku bi çekên kîmyewî hate hedefgirtin, ji bîr nakin. Me Helebçe ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!"

Komkujiya Helebçeyê

Di 16ê Adara 1988an de, zêdetirî pênç hezar Kurd, bi çekên kîmyewî li Helebçeyê ji hêla dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Sedam Huseyîn ve hatin qirkirin. Ev bûyer wekî "Komkujiya Helebçeyê" di dîrokê de hat tomarkirin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), êrîşa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43,753 kesan.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove