AMÎDA KURDÎ - Biryarên sewqê yên derbarê maça Amedspor û Adana Demirsporê de hatin ragihandin. Li gorî vê yekê, Amedspor ji ber "propagandaya îdeolojîk" sewqî Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) hat kirin.
Di heman maçê de, lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan jî ji ber "propagandaya îdeolojîk" sewqî PFDKyê bû. Hat ragihandin ku madeya sewqê ya ji bo Çekdar Orhan dikeve kategoriya "kiryarên ku bi her awayî zirarê didin rûmeta mirovan". Dibe ku 4 heta 8 maçan nekare bilîze. Amedspor jî di heman kategoriyê de hatiye sewqkirin.
Şîrove