AMÎDA KURDÎ - Amedspor, ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ji bo şampiyoniyê pêşbaziyê dike, di plansaziya vê serdemê de gavek girîng avêt û ragihand ku du futbolîst transfer kirine.

Peymanek li gel Syrota heta dawiya sezonê
Daxuyaniya klûbê wiha ye: "Klûba me û Oleksandr Syrotayî li hev kiriye ku klûba me û klûba wî Dynamo Kyivê îmzeyên xwe li ser peymaneke ku heta dawiya sezonê bi vebijarka kirînê avêtine."

Dimitrov peymana xwe bo sal û nîvan îmze kir
Daxuyanî wiha ye: "Zdravko Minchev Dimitrov ji Bodrumsporê hatiye transferkirin. Peymanek sal û nîvî bi lîstikvan re hat îmzekirin’’
Amedspor: "Em ji Oleksandr Syrota û Zdravko Minchev Dimitrov re serdemeke serkeftî dixwazin û em hêvî dikin ku her du transfer jî ji bo klûba me kêrhatî bin."
Şîrove