Amed bi salan e li bendê ye, Trabzon temel diavêje

Dîroka Weşanê: Google News
Amed bi salan e li bendê ye, Trabzon temel diavêje

Projeya Pergala Rêyên Hesinî ya 14 kîlometreyî ku Amediyan xeyal dikir û li bendê bûn ku bo 2 milyon kesan dê xizmet bikira pêk nehat lêbelê li Trabzonê projeyek bi vî rengî ya 16,2 kîlometreyî gihîştiye qonaxa temelavêtinê.

Amîda Kurdî - Projeya Pergala Rêyên Hesinî ya li Amedê ku mijara nîqaşên salan bû ka dê pêş ve biçe an na û hîn jî wekî projeyeke sereke tê dîtinpêk nehatiye. Tê texmînkirin ku lêçûna projeyê li dora 200 milyon Euroyî an jî li gorî rêjeyên danûstendinê yên niha, dê di navbera 12 û 15 milyar TLyî de be.

Dema ku projeya Amedê ji ber pirsgirêkên budçeyê hatiye astengkirin, xebatên li ser projeya Trabzonê lez girtine. Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku merasîma destpêkirina kar a ji bo Xeta Pergala Rêyên Hesinî ya Trabzonê dê di 1ê Îlonê de pêk were.

Herçend tê texmînkirin ku lêçûna pêkanîna projeyê li Amedê nêzîkî 200 milyon Euro be jî, ev reqem hewcedariya veberhênanê ya di navbera 12 û 15 milyar TLyî de nîşan dide.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove