Alî Tekbaş û Mihemed Arif Cizîrî ‘Babê Beşîr’ dibêjin

Dîroka Weşanê: Google News
Alî Tekbaş û Mihemed Arif Cizîrî ‘Babê Beşîr’ dibêjin

Hunermend Alî Tekbaş bi rêya hişî çêkirî li gel Mihemed Arif Cizîrî stranek got û wekî klîp weşand.

AMÎDA KURDÎ - Alî Tekbaş di nava vê kelekela şerî de, straneke bi navê “Babê Beşîr” belav kir. Ev stran qala şerê Axayê Omeriyan Ehmedê Silêman dike ku di bîrdanka Kurdan de cihekî girîng digire.

Stran qala salên 1920î û lêgerîn û şikestên serok û serkirdeyên Kurd dike û beşeke girîng a çanda devkî ye û heta îro hatiye.

Alî Tekbaş bi rêya teknolojiyê vê stranê bi dengbêjê nemir Mihemed Arif Cizîrî re dibêje.

Gotin û awaz ya Mihemed Arif Cizîrî ye û aranjeya wê ji aliyê Alî Tekbaş û Levent Canen ve hatiye çêkirin.

Beşek ji gotinên stranê wiha ne:

"Kes ne dost e ne bira ye,

Çavê hemûyan li warê me ye,

Baweriya me bi hev du heye,

Wele babê mino em ne çar in yek parçe ne,

Axa me ye ew Kurdistan e."

begendim
0
Begendim
bayildim
2
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove