Her çend tê payîn ku şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê beriya Cejna Qurbanê serdana giravê bike daku pêşniyara Devlet Bahçelî ya ji bo "Koordînatorê Pêvajoya Aştiyê" nîqaş bike jî, ji aliyê AKPê daxuyaniyên beravajiyê vê pêşniyarê hene.

Ji bo pêşniyara 'Koordînator'iyê red
Rayedarên AKPê yên ku navên wan nehatine dayîn bi bîr xistin ku Abdullah Ocalan mehkûm e û ew wekî "koordînator" ji hêla qanûnî ve nikare bê binavkirin. Çavkaniyên partiyê diyar kirin ku dayîna statuya taybetî ji Ocalan re bêyî biryara dadwerî an rêkeftina efûyê ne mimkûn e.

Hat gotin ku AKP li dijî ‘mekanîzmayek’ wiha ye lê deriyê hatin û çûyînên Îmraliyê bi tevahî nehatiye girtin. Hat gotin ku rojnamevan, akademîsyen û kesên ku Wezareta Dadê guncaw dibine dê bikaribe serdana Îmraliyê bikin.
Şîrove