Wezîr Gurlek di bernameyeke televîzyonê de axivî û behsa mijara kuştinên faîlî meçhûl kir. Dema ku ji wî li ser kuştinên siyasî yên faîlî meçhûl ên wekî yên Uğur Mumcu, Hrant Dink, û Ahmet Taner Kişlalı hat pirsîn, Gurlek diyar kir ku hin doz ji ber ku ji ser re zeman derbas bûne doz hatiye girtin.

'Agahdarî û belgeyên nû pêwîst in'
Gurlek diyar kir ku her çend agahî û belgeyên nû derkevin holê jî, doz dikarin ji nû ve werin vekirin û got, "Hin kuştin ji ber ku zeman ser re derbas bûne, qediyane; em nikarin tiştekî li ser wan bikin. Lêbelê, heke agahî û belgeyên nû werin, em ê li ser wan bixebitin û heta dawiyê bişopînin."
Şîrove