Akin Gurlek: Heya çek neyên danîn, dê yasa neyê bicihanîn

Dîroka Weşanê: Google News
Akin Gurlek: Heya çek neyên danîn, dê yasa neyê bicihanîn

Wezîrê Dadê Akın Gurlek ragihand ku heya rêxistin bi temamî terka çekên xwe neke , dê yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê nekeve meriyetê.

Amîda Kurdî - Wezîrê Dadê Akın Gurlek bi nûçegihanan re civiya. Gurlek, bi mebesta nirxandina mijarên rojevê, derbarê pêvajoya nû de agahî dan.

Gurlek diyar kir ku Yasaya Çarçoveyî ya Pêvajoya Çareseriyê ya ku bi 467 dengan hatibû pejirandin heya ku rêxistin çekên xwe terk neke dê neyê bicihanîn û got: "Pêvajoya têkildarî danîna çekan, radestkirina çekan û bi temamî hilweşandina rêxistinê, ji aliyê Wezareta me û MİTê ve tê şopandin."

Gurlek her wiha anî ziman ku Wezareta Dadê ji bo pêvajoyên yasayî û îdarî yên ku dê piştî bicihanîna yasayê derkevin holê, amadekariyan dike.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove