AMÎDA KURDÎ - Tevî agirbesta li Sûriyeyê, rageşî kêm nebûye. Pevçûn di navbera hêzên dilsoz ên Şamê û endamên HSDê de didomin. Danûstandinên dîplomatîk ên di navbera şandeyên Şam û HSDê de berdewam in ku rageşiyê kêm bikin. Li ser vê mijarê rojnameger Ahmet Hakan gotarek balkêş nivîsand.
Gotara Ahmet Hakan, ku bi sernavê "Manîfestoyeke Kurdî ya 7 Xalî" hatiye pêşkêş kirin, wiha ye:
Her kesê ku dibêje Kurd têk çûne, ajan e.
Kurd têk neçûne, lêbelê yê têkçûyî HSD ye ku pala xwe daye Amerîka û Îsraîlê.
Her kesê ku ji Kurdan re dibêje, "Hûn têk çûne," ji PKKê jî xeternaktir e.
Hewldana qutkirina pêwendiyên di navbera Tirk û Kurdan de xiyanet e.
Di navbera Kurd û Tirkan de ti qutbûnek hestiyarî tune ye. Qutbûn bi HSDê, bi YPGê, bi PKKê re ye.
Kurd li Sûriyeyê destkeftî ne.
Ew hişmendiya ku HSDê bi Kurdan re wekhev dibîne, zirara herî mezin dide vî gelî.”
Şîrove