AMÎDA KURDÎ - Êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê didomin, baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn jî di bin êrîşa Îranê de ne. Wezareta Bazirganiyê ji ber zêdebûna xetereyên ewlehiyê ya li herêmê, hatin û çûyînên li ser sînor nirxand.

Derbaskirinên bazirganî didomin
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat diyar kir ku rewşa heyî ya li dergehên sînorî yên di navbera Tirkiyeyê û Îranê de ne bi berfirehî tê nirxandin û li dergeha sînorî ya Gurbulakê ya li Agiriyê, dergeha sînorî ya Kapıkoyê ya li Wanê û dergeha sînorî ya Esendereyê li Colemêrgê rewşek awarte tune ye. Wî got ku hatin û çûyînên bazirganî didomin, lê derbasbûnên rojane yên rêwiyan li her sê dergehên sînorî ji her dua liyan ve jî hatine rawestandin.
Şîrove