Onsa zîv îro 3 dolaran biha bû û ons bi ser 75 dolaran ket. Bihabûna zîv piştî guherînên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn tê ku amaje bi îhtimala peymaneke giştgir a di navbera Amerîkayê û Îranê de dikin.

Bihayê zîv îro zêdetirî ji sedî 3,8an zêde bû. Niha onseke zîv bi nêzîkî 75 dolar û 40 sentî tê firotin. Ev zêdebûn di demekê de ye ku bazirgan li benda asayîbûna rewşa siyasî ya li herêmê ne.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ew agirbesta ku berî nêzîkî mehekê hatiye ragihandin hîn jî didome. Hegseth diyar kir ku agirbest berdewam dike û alî pêbendî wê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên Amerîkayê bi dawî bûne.
Şîrove