Agirbest di navbera Şam û HSDê de: Peyman ji 14 xalan pêk tê

Dîroka Weşanê: Google News
Agirbest di navbera Şam û HSDê de: Peyman ji 14 xalan pêk tê

Di navbera Şam û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de agirbestek pêk hat. Li gorî peymanê, hemû hêzên HSDê dê ber bi rojhilatê Firatê vekişin û Reqa û Dêrazorê dê radestî hêzên hikûmetê werin kirin.

AMÎDA KURDÎ - Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer derbarê danûstandinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re de diyar kir: "Li hemû eniyan di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de agirbestek dê pêk bê’’

Şer her wiha civîna rûbirû ya bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî re ku hatibû plankirin lê hatibû betalkirin, zelal kir û got, "Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, em nekarîn bi birêz Mazlum Ebdî re hevdîtinê bikin. Ji ber vê yekê, me civîna xwe bi telefonê li dar xist û pêvajo nirxand."

Di vê navberê de, hûrguliyên peymana agirbestê ya 14 xalî wiha ne:

1. Agirbest û vekişîn: Agirbesteke bilez û giştî li hemû enî û xetên temasê yên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de tê ragihandin. Hevdem ligel vê, hemû yekîneyên leşkerî yên HSDyê wekî gaveke destpêkî ji bo jinûve belavbûnê, dikişin rojhilatê Çemê Feratê.

2. Radestkirina Reqa û Dêrezorê: Parêzgehên Dêrezor û Reqayê ji aliyê îdarî û leşkerî ve bi awayekî temam û bilez radestî Hikûmeta Sûriyeyê tên kirin. Ev yek radestkirina hemû sazî û dezgehên sivîl li xwe digire. Her wiha dê fermanên bilez bên derxistin da ku karmendên niha di nav wezaretên pêwendîdar ên Dewleta Sûriyeyê de bên bicihkirin.

3. Yekxistina saziyan: Hemû saziyên sivîl ên li parêzgeha Hesekê di nav sazî û pêkhateyên îdarî yên Dewleta Sûriyeyê de tên yekxistin.

4. Kontrola çavkaniyan: Hikûmeta Sûriyeyê kontrola hemû deriyên sînorî û bîrên petrol û gazê yên li herêmê dike. Divê hêzên rêxistinkirî parastina pêwîst misoger bikin ji bo vegerandina çavkaniyan ji Dewleta Sûriyeyê re, li gel li berçavgirtina taybetmendiya herêmên Kurdî.

5. Tevlîbûna artêşê: Hemû endamên leşkerî û ewlehiyê yên HSDyê di nav pêkhateyên Wezaretên Parastin û Navxwe yên Komara Erebî ya Sûriyeyê de tên yekkirin. Ev yekbûn dê li ser bingeheke takekesî û piştî temamkirina tedbîrên pêwîst ên lêkolîna ewlehiyê be. Rutbeyên leşkerî, mafên darayî û pêdiviyên lojîstîkî dê li gorî wê bên dayîn.

6. Bermayiyên rejîma berê: Fermandariya HSDyê pabend dibe ku bermayiyên rejîma berê nexe nav refên xwe û kar bike ji bo pêşkêşkirina lîsteyên navên efserên ji bermayiyên rejîma berê yên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.

7. Parêzgarê Hesekê: Fermaneke serokatiyê dê were derxistin ji bo destnîşankirina berbijêrekî ji bo wergirtina posta parêzgarê Hesekê, wekî garantiyekê ji bo beşdariya siyasî û nûneratiya xwecihî.

8. Herêma bêçek li Kobaniyê: Dîmenên leşkerî yên giran ji bajarê Kobaniyê tên vekişandin. Hêzeke ewlehiyê ji xelkê bajêr tê avakirin û hêzeke polîsê xwecihî ku ji aliyê îdarî ve girêdayî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê be, li wir dimîne.

9. Dosyeya DAIŞê: Rêveberiya berpirsiyar a dosyeya girtî û kampên rêxistina DAIŞê û hêzên ku bi ewlehiya van dezgehan hatine erkdarkirin, di nav saziyên Hikûmeta Sûriyeyê de tên yekxistin. Bi vî awayî Dewleta Sûriyeyê bi temamî berpirsiyariya yasayî û ewlehiyê hildigire ser xwe.

10. Postên bilind: Lîsteya berbijêrên ku ji aliyê fermandariya HSDyê ve ji bo postên bilind ên leşkerî, ewlehî û sivîl di nav pêkhateya navendî ya dewletê de hatine pêşkêşkirin, tê pejirandin da ku hevbeşiya niştimanî were misogerkirin.

11. Mafên çandî û "Maktûm": Pêşwazîkirina Fermana Serokatiyê ya hejmar 13 a sala 2026an tê kirin. Ev ferman naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan û çareserkirina mijarên maf û sivîl ên hilawîstî li xwe digire. Di nav de rewşa kesên netomar (bêwelatîname/maktûm) û gilînameyên mafên milkiyetê yên ku vedigerin dehsalên berê hene.

12. Derxistina PKKyê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû serkirde û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ne Sûriyeyî derxin derveyî sînorên Komara Erebî ya Sûriyeyê, bi awayekî ku serwerî û aramiya herêmî misoger bike.

13. Hevkariya bi Amerîkayê re: Dewleta Sûriyeyê pabend dibe ku li dijî terorê (DAIŞ) wekî endameke çalak di Hevpeymaniya Navneteweyî de, bi hevahengiya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, têkoşîna xwe bidomîne da ku ewlehî û aramiya herêmê were misogerkirin.

14. Vegera koçberan: Kar bê kirin ji bo gihiştina lihevkirinan derbarê vegera ewle û birûmet a xelkê herêmên Efrîn û Şêx Meqsûdê ya bo malên xwe.

begendim
1
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove