Amîda Kurdî - Li ser şewata Sînemaya Amûdê ku wekî yek ji karesatên herî mezin ên di dîroka nêzîk a bajarê Amûdê de tê zanîn, 66 sal derbas bûn. 13ê meha 11an a sala 1960î di dîroka bajêr de wekî birîneke vekirî û nayê jibîrkirin cihê xwe girtiye.

Şahiya ku veguheriye şînê
Beriya 66 salan îro, bi sedan zarokên dibistanan ji bo piştgiriya şoreşa Cezayîrê di sînemaya bajarê Amûdê de kom bibûn. Lê belê agirê ku bi navenda sînemayê ket, şahiya zarokan kir şîneke komî. Di encama vê şewatê de zêdetirî 280 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Sembola fedakariyê: Mihemed Seîd Axa
Di dema şewatê de navê Mihemed Seîd Axa wekî sembola fedakariyê derkete pêş. Mihemed Seîd Axa xwe avêt nav pêtên agir da ku zarokan rizgar bike. Piştî rizgarkirina çend zarokan, ew bi xwe jî di nav agir de şewitî û jiyana xwe ji dest da.

Bîranînên salane berdewam dikin
Evqas sal li ser şewata Sînemaya Amûdê derbas bûn, lê heya niha jî ev êş di bîra heremê de zindî ye û bi taybetî ji bo wan kesên ku ji nav wî agirî derketin, bi her nefesê re şahidiya çîrokeke ku nayê jibîrkirin, dikin. Heya niha jî her sal di 13ê Mijdarê de ev şewat li cihê Sînemaya Amûdê ji aliyê xelkê herêmê ve tê bibîranîn.
Şîrove