42 sal li ser wefata Yılmaz Guney re derbas bûn

Dîroka Weşanê: Google News
42 sal li ser wefata Yılmaz Guney re derbas bûn

Îro 42 sal li ser koça sînemager, nivîskar, lîstikvan û derhênerê Kurd Yılmaz Guney derbas bûn. Guney, ku navê wî yê rast Yılmaz Putun bû, di 1ê Nîsana 1937an de li gundê Yenîceyê yê Edeneyê ji dayik bû û di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê, di 47 saliya xwe de, koça dawî kir.

Amîda Kurdî - Guney di jiyana xwe ya hunerî de di 114 fîlman de lîst, derhêneriya 26 fîlman kir, 15 fîlm çêkir û senaryoya 64 fîlman nivîsand. Ew bi fîlmên xwe yên wekî “Suru”, “Umutsuzlar” û “Yol” tê nasîn.

Di sala 1982an de Guney bi fîlmê “Yol” di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt û navê xwe di dîroka sînemaya cîhanê de tomar kir.

Wî di axaftina xwe ya Newroza 1984an bang li azadî, yekîtî û demokrasiyê kiribû.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove