18 salan li Swîsreyê mabû: Nivîskara Kurd Suzan Samanci li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
18 salan li Swîsreyê mabû: Nivîskara Kurd Suzan Samanci li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin

Nivîskara Kurd Suzan Samanci, ku 18 salan li Swîsreyê jiyaye, dema ku vegeriya Tirkiyeyê, li Balafirgeha Stenbolê bi îdiaya "kirina propagandaya rêxistinê" hat desteserkirin.

Amîda Kurdî - Endama PENê Suzan Samanci ku nivîskar, helbestvan û çîroknivîseke Kurd e, piştî vegera xwe ya ji Swîsreyê bo Tirkiyeyê, li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeyeke Nûmedyayê, Samanci bi tohmeta "kirina propagandaya rêxistinê" hat desteserkirin. Piştî wergirtina îfadeya wê, ew ji bo dozgeriyê hat sewqkirin, jê re daxwaza qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.

Eren Keskin di daxuyaniyeke xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku Samanci 18 salan li Swîsreyê jiyaye û ragihand ku ew tam di roja vegera xwe ya bo Tirkiyeyê de, bi tohmeta "kirina propagandaya rêxistinê", li Balafirgeha Stenbolê hatiye desteserkirin.

Suzan Samanci, ku di 20ê Îlona 1962an de li Amedê ji dayik bûye, di nava kariyera xwe ya wêjeyî de berhemên di warê çîrok, helbest û romanê de afirandine. Berhemên Samanciyê ku ji bo rojnameyên wekî Demokrasi, Gündem, Ozgur Politika û Tarafê qunciknivîs nivîsandine û bo gelek zimanan hatine wergerandin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove